|
SON DAKİKA
Bitlis'te 35 Korucu Silah Bıraktı!
Korucular İçin Geniş Çaplı Operasyon
Bitlis'te 6 Korucu Kaçırıldı!
Bitlis'te Neden Kiler Market Yok?
Feqi Huseyin Sağnıç
Feqi Huseyin Sağnıç
1926 yılında Hizan'a bağlı Xoros köyünde doğdu. Gerçek ismi Musa Sağnıç olan Feqi Huseyin, Mamosta Feqi Huseyin veya Mamê Feqi olarakta bilinirdi. Rabia hanım ile evli olan Feqi'nin asıl mesleği marangozluktu ve Tatvan'da mobilyacılık yapıyordu. Feqi, 1938'de girdiği medresede 4 yıllık medrese eğitimi aldı ve Feqi ünvanına ulaştı. Bundan sonra okuma yazmasını daha çok geliştiren Feqi, Kürtçe üzerine çalışmalara başladı. Bölgede çalışmalarıyla ismi ünlenen Feqi, 1964 yılında Ziya Şerefhanoğlu'nun senato seçimleri için Bitlis'ten bağımsız aday olarak katılmasına aktif destek verdi ve siyasi alanda çalışmalar sürdürdü. Aynı yıl içerisinde kitap ve diğer çalışmalarının ele geçirilmesi üzerine, gıyabında tutuklama kararı çıkarıldı.T-KDP kurucusu olduğı iddiasıyla tutuksuz olarak yargılanan Feqi, 12 Mart 1971 muhtırasıyla tutuklanarak 8 ay hapis yattı.
Dergilerde yazılar yazan ve dil üzerine araştırmalarını sürdüren Feqi, 12 Eylül 1980 darbesiyle beraber tekrar tutuklanarak hapise atıldı. 3 ay hapis yatan Feqi 1983 yılında 8 gün ve 1 ay olmak üzere tekrar hapis yattı. 1984 yılından sonra çoğunlukla İstanbul'da kalan Feqi burada dil üzerindeki çalışmalarına yoğunluk verdi ve 1990 sonrası Kürtçe çıkan bazı yazılı basın organlarında yazılar yazdı. Peşeviya Hevisina Zimane Kurdi 1 ve 2, Rezimane Kurdi, Diroka Wejaya Kurdi, Çiroken Kurdi ve Yusuf u Zulexan yazmış olduğu kitaplardır. Feqi Huseyin Sağnıç, 12 Mart 2003 Çarşamba günü 76 yaşında hayata veda etti. Tatvan'ın en tanınmış simalarından olan Feqi Huseyin Sağnıç, Tatvan'da sevilen ve sayılan birisiydi. ![]() Kürtçe Öz Geçmiş “Ez sala 1926 an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûme. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê navça Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Dayîka min ji min ra digot; “Tu salek piştî bizava Şêx Seîd hatî dinê.” Di temenê sê salîda bûme, mala me ji navça Hîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûrîya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Min zarotîya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heştanda bûm, min bavê xwe winda kir û mame sêwî. Ji ber xizanîyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin ra bûme berxwan. Sala din, ez û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavanîya me sê sal li pey hev domand. Di wê navêra min Quran xwend. Li dawîya sala 1938 an da çend rojek ji sersala 1939 an ra mabû, çûme gundê Oranisê li medresa Seydayê xwe (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbara Ehmedê Xanî û fiqha Erebî kir. Xwendin û feqîtîya min bi zor çar salan domand. Her du birayên min yên ji min mezintir, çûne leşkerîyê û bi pêwîstî hatim, di cîyên wanda min rencberî kir. Dûra ez çûme leşkerîyê.Piştî qedana leşkerîya min, di navça Tetwanêda rûniştim. Me mal jî anî wir. Ji bo pêkanîna aborîya xwe, min dest avête xeradî û çêkirina avayîyan. Piştî xebata çend salek min xeradxanekê mezin damezrand. Li ber wan karên xwe yên aborî da, xebatên min yên zanistî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezhep û olan û hînbûna felsefa metafizîk û dîyalektîkî. Hizirin, raman, peyivîn û gengeşîyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborîda bûn. Xebatên sîyasî tenê bi medresîyan ra min dikir. Di wan demanda bawerîya me bi dibistanîyan tune bû. Ji xwe me bi wan ra pêwendî jî çêne dikir. Pêwendîyê min yê pêşî bi dibistanîyan ra, li Dîyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî ra bû. Ev dîtin û pêvendîyên han, piştî dawîya sala 1959 an, di dema rojnama “Îlerî Yurd” eda bû û dûra êdî bi rewşenbîran ra, danîstana me gelek çêbû. Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala 1964 an bûme revoke. Paşî hatim radest bûm û ketim zîndana Tetwanê. Dawîya sala 1965 an derketim. Di dema revokîya min da hinek hevalên min yên hêja Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê damezrandibûn. Piştî derketina min ji zîndanê, di rîya hevalek da ez bûme endamê partîyê. Piştî jî ez bûme endamê komîta merkezî. Di sala 1968 an da navenda partîyê û li gel hinek hevalên dîn hatin girtin. Lê tewqifa min nahate birin. Dûra gelek caran hatim girtin û gelek dadke li min hatin vekirin. Di navenda Çanda Mezopotamya da min dersên zimanê Kurdî da. Damezriner û endamê Enistîtuya Kurdî ya Stenbolê me. Di kovara Rewşen, kovara Enistîtuyê û di bûltenên wî da medrese hemanivîsaran dinivisim. Ku pêwîstî hebe di kovar û rojnamên dîn da jî nivîsên min derdikevin. Hemine nivisên min bi Kurdî ne. Heger îza jî be carna bi Tirkî jî dinivsînim.” Mamosta Feqî Huseyn, gelek caran ji bo bîr û bawerîyên xwe yên sîyasî û wêjeyî hate girtin, di zîndanan da raza û revok ma. Wek gotarvanê mehvan li welat û li derveyê welat teklî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bû. Di celeb-celep rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisand. Gelek tv. û îzgeyan li ser babetên cuda-cuda bi mamosta yê hêja ra bernaman li darxistin. Roja 20 ê çirîya paşîn(sermawêz), demjimar 24.00 li ser kompîtorê xwînrêja mejî derbas kir. Kete komayê. 112 roj di komayê da ma. Roja 12 adarê 2003 yan çarşemê serê sibê zû li Stenbolê, li nexweşxana Bakirköy ço ser heqî ya xwe. Roja 13 adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stenbolê, cenaze birin axa pîroz ya ku Mamosta pir jê hizdikir, Tetwan’ê. Di merasim û tezîyan da bi deh hezaran kes pêşdar bûn. Ew malê gelê Kurd bû, gelê wî lê tenê nehişt. Roja 14 adarê piştî limêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwan’ê bi teklî bûna hezaran hate defin kirin. Berhemên Mamosta Feqî Huseyn yên ku hatine weşandin evin: 1.Yûsiv û Zuleyxa-1998-( ji tîpên Erebî tîpguhêzî) 2.Çîrokên Kurdî -1999-( Fablên Kurdî) 3.Hêmana Rêzimana Kurdî-1991- 4.Pêşerîya hewisîna Zimanê Kurdî 1-1991- 5.Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 2-1992- 6.Portreler –2000-( Bi Tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên ku ne li jîyanê ne) 7.Dîroka Wêjeya Kurdî-2002-(700 rûpel, sed mixabin ku mamosta vê berheme xwe nedî û ço ser dilovanîya xwe. Dema di komayê da bû pirtûk ji çapê derket. Pirtûkê birin ser cîyê wî. Mamosta vê berhema xwe ya giranbûha bi du siterkên çevan silav kir.) Sipas ji dost û hogiran ra ku di pêwajo ya nexweşî û dilovanîya Mamosta da bi hatin, telefon û bi peyamên xwe yên hêja êşa me par kirin û me tenê nehiştin. Bila serê Miletê Kurd sax bî. Em lê jibîr nakin û wê ew tim di dilê me da bî. Bedirxan Epozdemir FEQİ HÜSEYİN 1992 Yılında Kürt Enstitüsü'nde Konuşuyor - TIKLAYINIZ... Bu biyografi 3632 kez okundu Yükleniyor...
|